top of page

BI XATIRÊ WE!

123 abone û 63 hebên yeko yeko hatine firotin. Di 4 hejmaran de, bi giştî ev qas hatine firotin. Ji ber vê ez ê nikaribim weşana GOGê bidomînim û mixabin ez ê bi dilekî keder, weşana dîjîtal a GOGê rawestînim. Min  nameyek ji hemû xwendevanan re şand. Min di nameyê de rewşa kovarê bi berfirehî rave kiriye.

 

Min dît ku di van şert û mercan de, ne mimkun e ku karibim GOGê bi awayekî dîjîtal bidim xwendin. Ji lew re, ji bo vê ne şertên aborî ne jî yên çandî tune ne. Lê çendî ku şert û merc ev bin jî, bi ya min GOG di çanda Kurdî de îşaret bi kêmasiyeke mezin kiriye. Lewma ez dikarim bibêjim ku GOG bi ser ket. Lê ev nayê wateya ku min pes kiriye. Xebat û hewldanên min ên ji bo çapkirina matbû didomin.

 

Mala hemû kesên ku piştgiriya GOGê kirin ava be, bi hêviya em bi wêneromanên Kurdî bên cem hev du...

 

İmam Cici

GOG

GOG 01 kurmanci kapak son.jpg
GOG 02 kurmanci kapak web.jpg
GOG 03 Kurmancî kapak.jpg
GOG 04 Kurmanci kapak web.jpg
Nîsan 2021 / Hejmar: 4
Yakari Vol 04 - Yakari and the Grizzly (

Yakarî

Derib / Job

Ev serpêhatiyên wekî çîrvanokekê li benda we ne. Serpêhatiyên beriya ku mirovên çermspî Amerîkayê dagir bikin qewimîne. Yakarî, çermsorekî meraqdar, wêrek û dikare bi heywanan re biaxive...

048.jpg

Red Kît

Morris / Goscinny

Kowboyê xwînşîrîn û cirxweş Red Kît, li ber we ye. Ji siya rojavaya dirinde jî zûtir çekê ji ber xwe dikişîne. Ligel hespê xwe Dildil, şerê bi Birayên Dalton û gelek keleşan re…

zring reklam hejmar 2 thorgal.jpg

Thorgal

G. Rosinski / Van Hamme

Wêneromaneke muhteşem ku bi wêjeya şûr û sêhrê honakiya zanistê disêwirîne. Xerîbekî ku xwe li nav cîhana şervanên Vîkîngiyan dibîne. Çîroka zilamekî ku dixwest li mala xwe…

milo tanıtım-1.jpg

Cîhana Milo

Ferreira / Marazano

Milo, li qeraxa golê li bajarokekî biçûk dijî. Rojekê leqayî masiyekî zêrîn tê ku nayê zanîn bê ji ku derê hatiye. Bi hatina vî masiyî re jiyana Milo bi temamî diguhere. 

© ÉDITIONS DU LOMBARD (DARGAUD-LOMBARD S.A.) 1973, by Derib, Job

© LUCKY COMICS 1974, by Morris & Goscinny

© ÉDITIONS DU LOMBARD (DARGAUD-LOMBARD S.A.) 1980, by Rosinski, Van Hamme

© DARGAUD 2013, by Christophe Ferreira & Richard Marazano

slide 2a.jpg
Rastiyên Jiyanê

Asaf Hanuka

Nivîskarê Îsraîlî yê li seranserê cîhanê bi nav û deng Asaf Hanuka, çîrokek diyarî hejmara yekem a GOGê kir. Mala wî ava be. Hanukayê Hêja, heger ji bo weşandina xebatên te yên din derfet çêbibin, em ê cardin bi darî hev kevin.

sahmaran web.jpg
Şahmaran

Evdal Can

Cara yekem e ku wêneromana Şahmaranê tê çêkirin. Em efsane û çîrvanokên qedîm ên Mezopotamyayê adapteyî wêneromanê dikin. Hûn ê çîrvanoka ewil a vê zincîreyê Şahmaranê bi şîroveya Evdal Can bixwînin.

qirix7 cano1.jpg
Qirix

Doğan Güzel

Heger bû û hin kes rabin behsa mizaha Kurdî bikin, bê guman wê pêşî bi Qirixê dest pê bikin. Aha! Dibe ku ew kes, xwendevaneke/î ciwan be ku di vê kovarê de Qirixê Amedê nas bike.

kim%20bu%20toplu_edited.jpg
Ev Kî Ye?

Mamo

Ev kî ne? Çawa dest pê kirin? Ji Einstein bigire heya Da Vinci, hûn bi xêr hatin vê cîhana dehayan! Hunermendê me Mamo, dide dû van pirsan û jiyana mirovên zanyar û hunermendên ku dîroka mirovahiyê guherandine bi zimanekî mizahî vedibêje.

içindekiler ender-orası.jpg
Çîrokên Wê Derê

Ender Özkahraman

Çîrokên di salên nodî de hatine nivîsandin û xêzkirin, niha digihên zimanê xwe. Ender Özkahraman, dê bi du kurteçîrokên xwe di hejmara me ya yekem de cih bigire. Hûn ê di Darbeya 400. de çîroka zarokekî mereqdar ê li gundekî Colemêrgê dijî û hûn ê di Çarşemê de jî çîrokeke nehînî ku warê wê Amed e, bixwînin.

porsor web.jpg
Porsor

Şerda Cici

Porsor, keçikeke pir biaqil û hebikekî jî sernerm e. Rojekê hingî acis dibe, hindik maye bipeqe. Lê berî ku bipeqe, tê derdixe ku dilê wê çi bixwaze dikare bike. Ew, dikare bibe dedektîfek, dikare bibe danerek heta dikare bibe super leheng jî. Êdî wê hew acis bibe.”

sanat.jpg

Vahşi Batının gölgesinden bile hızlı silah çeken sevimli kovboyu. Atı Düldülle birlikte başta  Dalton Kardeşler olmak üzere birçok haydutla mücadele ederken okuyacak ve bu kibar kovboyu çok seveceksiniz.

Savaşçı Vikinglerin dünyasında huzurla yaşamak isterken ailesini korumak için savaşmak zorunda kalan bir adamın hikayesini heyecanla  okuyacaksınız.

Nûçeyên Zanist û Hunerê

Edîtor

Ji navê wê jî diyar e ku em di vê rûpela xwe de cih didin nûçeyên hunerê. Di vê rûpelê de ligel hunera Kurdî, hûn ê nûçeyên derbarê qewimîn û geşedanên hunera cîhanê de bibînin. Lewma em bawer dikin ku hûn ê hez ji vê rûpelê bikin.

içindekiler calvin and bill.jpg

Vahşi Batının gölgesinden bile hızlı silah çeken sevimli kovboyu. Atı Düldülle birlikte başta  Dalton Kardeşler olmak üzere birçok haydutla mücadele ederken okuyacak ve bu kibar kovboyu çok seveceksiniz.

Savaşçı Vikinglerin dünyasında huzurla yaşamak isterken ailesini korumak için savaşmak zorunda kalan bir adamın hikayesini heyecanla  okuyacaksınız.

Na Ne Wisa Ye!

Şerda Cici

Hûn ê di vê rûpelê de dahûrandinên derbarê karaktrên wêneromanê de bixwînin. Em ê bi hev re çîroka peydabûna karakter, hunermendên wê,  hûrguliyên derbarê bandora wê ya li serdemê de û rastiya lehengan  keşf bikin.

içindekiler kitaplar-prens.jpg

Vahşi Batının gölgesinden bile hızlı silah çeken sevimli kovboyu. Atı Düldülle birlikte başta  Dalton Kardeşler olmak üzere birçok haydutla mücadele ederken okuyacak ve bu kibar kovboyu çok seveceksiniz.

Savaşçı Vikinglerin dünyasında huzurla yaşamak isterken ailesini korumak için savaşmak zorunda kalan bir adamın hikayesini heyecanla  okuyacaksınız.

Pirtûk Çi Dibêjin?

Edîtor

Em ê bi ilustrasyonên xwe jêwergiranên ji berhemên serketî yên wêjeya Kurdî û cîhanê bi we re parve bikin. Heger meyla we li ser xwendinê hebe û hûn bibêjin lê ez ê çi bixwînim, nexwe ev rûpel tam derba we ye.

ME ÇAWA DEST PÊ KIR?
bottom of page