top of page

Weşanên Şemkurê

semkur logo copy.jpg

Li Tirkiyeyê zêdetirî bîst milyon Kurd  hene û di nav zimanên ku herî zêde tên axaftin de, Kurdî zimanê duyem e. Her wiha li gor raporên UNESCOyê zaraveyên zimanê Kurdî yên wekî Zazakî jî bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne. Lê belê hîn jî heqê pewerdehiya bi zimanê zikmakî tê binpêkirin. Îcar li gor bîr û baweriya me, ji bo ku em karibin zimanê xwe ji vê rewş û weziyeta xopan xelas bikin, tekane rê; em xwe bigihînin zarokan. Em bawer dikin ku wê zarokên me bi saya vegotina xweş û rewan a wêneromanê hîn rihettir karibin pêwendiyê bi zimanê xwe yê zikmakî re deynin. Lewma me bi vê bîr û baweriyê Şemkurê ava kir.

 

Em koma ku ji bo kovara ewil a mizah û wêneromanê ya xwerû bi Kurdî xebitîn, niha jî me xwest em kovara ewil a wêneromanê ya zarokan a xwerû bi Kurdî derxînin. Em baş dizanin ku li her malê înternet an jî komputer tuneye. Lê ji ber ku niha qaweta me jî nagihê em bi hawayekî çapkirî derxînin, me bi hawayekî onlayn dest pê kir. Armanca me, em bi saya piştgiriya we kovara xwe bi hawayekî çapkirî jî derxînin û bi vî hawayî xwe bigihînin hemû zarokên Kurdan.

Armanca Şemkurê hem ji bo zarokan wêneromanan hem jî ji bo mezinan mînakên herî bijare û guzide yên wêjeya wêneromanê biweşîne.

Edîtor û Hunermendên Me

Wergêrên Me

redurd%C4%B1jle_edited.jpg

Rêdûr Dîjle

Kurmancî

Helbestvan, rojnamevan û wergêr. Li Zanîngeha Dîcle ya Amedê Beşa Aboriyê xwendiye. Di sala 2012an de pirtûka wî ya helbestan a ewil Eşêfa Temenekî û di sala 2017an de jî pirtûka wî ya helbestan a dudoyan Kêsek hatiye çapkirin. Gelek berhemên wêjeyî wergerandine. Di DİHA û dihaberê de xebitiye. Niha jî di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de dixebite. Kar û barên wî yên di warê wergêrê de dewam dikin.

deniz gunduz.jpg

Deniz Gündüz

Zazakî

Nivîskar, helbestvan, weşanger û wergêr. Romana wî ya ewil a bi Kirmanckî (Zazakî) “Kilama Pepûgî” di sala 2000î de hat weşandin. Di sala 2003yan de Weşanxaneya Vateyê ava kir û dest bi weşangeriya Kirmanckî kir. Hîn jî vî karî dike. Pirtûka wî ya çîrokan “Hîkayeyê Koyê Bîngolî” di sala 2004an de, pirtûka wî ya “Türkçe Açıklamalı Kürtçe Kırmancca/Zazaca Dil Dersleri” di sala 2006an de, romana wî ya duyem “Soro” di sala 2010an de, romana wî ya sêyem “Kalaşnîkov” di sala 2013an de, pirtûka wî ya helbestan “Xapxapik” di sala 2014an de hat weşandin. Di sala 2020an de bi teza xwe ya masterê “Danberheviya Zimanê Avestayê û Kirmanckî (Zazakî)” Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê kuta kir. Xebatên wî yên wêjeyî û akademîk didomin.

mam%20foto_edited.jpg

Mamo

Di kovarên mizah û wêneromanê; Gırgır, Pişmiş Kelle, Pîne, Meme, Esmer, Ot, Otlak, Yemek ve Kültür, Stem Maker, Süper Penguen û Zrîngê de xebitiye. Di Rojnameya Azadiya Welat, Rojnameya Yeni Gündem û Rojnameya Özgür Politikayê de karîkatursazî kiriye. Nêzî 20 sal in jî di warê ilustyrasyona pirtûkên zarokan de hildiberîne.  

dogan sb.jpg

Doğan Güzel

Di kovarên mizah û wêneromanê; Gırgır, Tewlo, Pîne û Zrîngê de karîkatursazî kiriye. Di sala 1992yan de, di Rojnameya Özgür Gündemê de karakterê Qirix afirand ku îro ro ev karakter bûye karakterekî nejibîr. Di sala 1998an de ji ber karîkaturên xwe hatiye darizandin û salekê di girtîgehê de maye. Ji xeynî hin demên ji bêgavî, her tim di çapemeniya Kurdî ya muxalif de xebitiye û hîn jî dixebite.

434cce3a58496a861bfe258296ed647b.jpg

Ender Özkahraman

Serpêhatiya wî ya xêzkariyê bi kovara Gırgırê dest pê kiriye. Piranî bi bi xêzên xwe yên Orası Öyküleri hatiye naskirin ku di kovara Lemanê de xêz kiriye. Tevî albûma wî ya bi navê Orası Öyküleri wêneromanên wî yên bi navê Yıldız Tutulması û Gaipten Sesler hatine çapkirin. Bi fîlmê xwe yê Zor Bir Karar di mîhrîcanên navneteweyî de bûye berendamên gelek xelatan.

bottom of page